Asayişa PYDê li Çilaxa: Emê îro her du çalakvanan berdin


Hewlêr (Rûdaw)- Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Çilaxa yê Rojavayê Kurdistanê 2 çalakvanên Kurd girtin. Asyaişa PYDê li Çilaxa jî dibêje ewê îro wan azad bikin.

Duh sekreterê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê (YXCDK) ya girêdayî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) Dr. Hejar Hesen û endamê şaxê yekîtiyê li herêma Aliyan Hozan Şelal li bajarokê Çilaxa ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin.

Berpirsê têkiliyên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) li Başûrê Kurdistanê Saîd Omer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku YXCDKê çalakiyek bi boneya salvegera jidayikbûnba Mela Mistefa Barzanî li Çilaxa li dar xistin û “ji ber vê yekê hatin girtin”.

Omer diyar kir ku “asyaişa PYDê bi hênceta ku yekîtiyê ruxset û moleta lidarxistina wê çalakiyê nestandine ew du çalakvan girtin”.

Omer tevî şmerezakirina girtina her du çalakvanan got “Ev karê ku asayişa PYDê kiriye xizmeta gelê Kurd û yekrêziya Kurdan nake”.

Derbarê bûyerê de, endamekî asayişa PYDê li bajarokê Çilaxa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Li gor fermana wezîrê navxwe yê kantona Cezîrê, her kesê ku bixwaze çalakiyekê li cihekî giştî li dar bixe divê ruxseta asayişê werbigire”.

Wî endamî herwiha got “Berî ku çalakiya salvegera jidayikbûna Mela Mistefa Barzanî li Çilaxa destpêbike, me ji serpereştyarên çalakiyê xwest ku werin moletê werbigirin ji bo em ewlekariya wan biparêzin, lê wan ev yek red kir”.

Heman endamê asayişa PYDê li Çilaxa ji Rûdawê ragihand ku ewê îro her du çalakvanan azad bikin û got “Divê her kesê bixwaze çalakiyekê li cihekî giştî li dar bixe ruxseta asayişê werbigire û armanca vê yekê bi tenê ewe ku em ewlekariya wan biparzêin”.

Berpirsê têkiliyên el-Partî li Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku her du çalakvan herî zû bên berdan û got “Alîgirên rejîma Beşar Esed li bajarê Qamişlo ku mezintirîn bajarê Kurdan e, bi serbestî xwepêşandan û çalakiyên xwe li dar dixin, ji ber çi asayişa PYDê wan jî bi hênceta ku molet wernegitine nagire?”.