Kordînatorê HezKurdê bo Kurdî: Zimanê xwecihî

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyara Kordînatorê HezKurdê Fevzî Bulgan a li ser zimanê Kurdî rastî nerazîbûnê hat. Bulgan dibêje, divê Kurdî wek zimanekî xwecihî bê naskirin, di demekê de ku Herekata wî daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike. Pêşniyara Bulgan wek "sivkatiya bi zimanê Kurdî" hat binavkirin.

Kordînatorê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Fevzî Bulgan li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê statuya zimanê Kurdî de peyamek belav kir û pêşniyara xwe aşkere kir.

Li şûna Zimanên Zindî, Zimanên Xwecihî

Fevzê Bulgan amaje bi dersên bijarte yên di sîstema perwerdehiya Tirkiyê de kir û got, “Divê dersên bijarte yên di çarçova `Zimanên Zindî` de wek `Zimanên Xwecihî` bên sererastkirin û ji dibistana seretayî heta pola dawî ya lîsê bibin dersên neçarî.”

Bulgan, zimanê Kurdî ku zimanê derdora 25 milyon kesan e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dixe nav zimanên wek Erebî, Lazî, Çerkezî, Arnavutî, Boşnakî û Gurcî û dibêje, divê ev ziman di çarçova Zimanên Xwecihî de wek dersên neçarî bên dayîn ku “her kes bikare dersa li gor xwe hilbijêre.”

`Heqaniyet, aştiya civakî û pêdiviya sosyolojîk...`

Li gor Fevzî Bulgan ev pêşniyara wî “hem di çarçova heqaniyet û hem ji bo aştiya civakî û hem jî di warê zanistî de pêwîstiyeke sosyolojîk e.”

Kordînatorê HezKurdê ji bo vê pêşniyara xwe jî bang li partiyên siyasî dike ku erka dikeve ser milê wan pêk bînin.

Pêşniyara Kordînatorê HezKurdê li ser torên civakî rastî nerazîbûneke mezin hat û gelek bikarhêneran amaje bi wê kirin ku Bulgan li gel armancên Hereketa xwe jî dikeve nav nakokiyê û herwiha ev pêşniyar wek “sivkarî bi zimanê Kurdî” binav kirin.

Daxwaza ji bo zimanê Kurdî

Ev peyam û pêşniyara Kordînatorê HezKurdê di demekê de ye ku daxwaza sereke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ew e Kurdî jî wek Tirkî, bi fermî bê naskirin û bibe zimanê perwerdehiyê.

Hereketa Zimanê Kurdî ku weke HezKurd tê naskirin, roja 06.09.2020 li Amedê bi fermî hebûn û damezrandina xwe aşkere kir.

HezKurd armanca hebûna xwe wek kar û xebata ji bo zimanê Kurdî ragihandibû ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.

Lê Kordînatorê HezKurdê niha daxwaz dike ku Kurdî wek zimanekî xwecihî bê naskirin û bibe dersa bijarte ya neçarî.