Li Semsûrê qeza: Miriyek û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golê ya Semsûrê di qezayeke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li ser rêya Serê Golê – Meletiyê otomobîla ku B.T.H. diajot û Motorsîkleta ku Huseyîn Sarigul diajot li hev qelibîn.

Di encamê de ajokarê motorsîkletê û Fatma Sozdemîra li pişt wî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkî Huseyîn Sarigul canê xwe ji dest da.