Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bangî Azeriyan kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê peyamek weşand.
Wan bangî hemû gelên bindest û hêzên demokratîk ên li Îranê kir ku bibin yek.
Hevpeymaniyê bi taybetî bangî gelê Azerî kir.
Wan ji bo herêmên ku Kurd û Azerî bi hev re dijîn modeleke "birêvebiriya hevpar a xwecihî"pêşniyar kir.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) di vê qonaxa hestyar de daxuyaniyek belav kir.
Wan destnîşan kir ku ji bo derbasbûna ji “dîktatoriyê ber bi paşerojeke demokratîk ve” piştgirî gelekî girîng e.
"Em ji bo Îraneke piralî amade ne"
Di peyama hevpeymaniyê de hat gotin ku paşeroja Îranê tenê bi sîstemeke dadperwerane dibe.
Li gorî daxuyaniyê divê di vê sîstemê de mafên neteweyî yên gelan werin naskirin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ragihand ku ew amade ne bi hêzên siyasî û sivîl re bibin yek.
Wan anî zimên ku armanca wan avakirina Îraneke azad, demokratîk û piralî ye.
Her wiha hat diyaririn ku paşerojeke mayînde tenê bi naskirina mafên neteweyî yên gelan pêkan e.
Peyama taybet a ji bo gelê Azerî
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Kurd û Azerî di dîrokê de li gelek deveran bi hev re jiyane û ew dever bi taybetî jî herêmên Azerbeycan û Kurdistanê ne.
Hevpeymaniyê ji bo gelê Azerî ev peyam da:
"Xwişk û birayên me yên Azerî! Divê paşeroja herêmên têkel li ser bingeha hevkariyê be.
Divê birêvebiriyeke hevpar hebe û mafên wekhev ên hemû pêkhateyan werin garantîkirin.
Hevpeymaniya me li van herêman piştgiriyê dide avakirina mekanîzmayên birêvebiriya hevpar a xwecihî.
Divê ev mekanîzma nifûs û îradeya gel nîşan bidin.
Ewlehiya mayînde tenê bi dîtina mafên wekhev ên siyasî, çandî û zimanî yên her du gelan pêk tê."
Girîngiya Peymana Dostaniyê ya 1946an
Hevpeymaniyê diyar kir ku divê di navbera hêzên siyasî yên Kurd û Azeriyan de mekanîzmayên diyalogê werin avakirin.
Wan bal kişand ser dîrokê û peymana dema Komara Kurdistanê bi bîr anî:
"Sala 1946an di navbera Komara Kurdistanê û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbeycanê de Peymana Dostaniyê hatibû îmzekirin.
Em careke din girêdayîbûna xwe ya bi prensîb û rihê vê peymanê radigihînin.
Em vê yekê wekî sembol û nexşerêya hevkariya di navbera tevgerên demokratîk ên her du gelan de dibînin."
Peyama aştiyê ji bo welatên cîran
Di beşa dawî ya peyamê de behsa gel û dewletên cîran jî hat kirin.
Hevpeymaniyê têkiliyên cîrantiya baş, rêzgirtina li berjewendiyên rewa yên dualî û prensîba bihevrejiyana aştiyane parast.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê destnîşan kir ku ev nexşerê ji bo gihiştina paşerojeke azad stûneke bingehîn e.
Daxuyaniya bi navê "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" bi dîroka 14ê Adara 2026an hatiye belavkirin.