Herêma Kurdistanê li ser hinartina petrolê bersiv da Bexdayê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Îraqê rastî berevajî kirine.
Wezaretê destnîşan kir ku ji ber êrişên komên çekdar hilberîna petrolê rawestiyaye û Bexda jî ne amade ye rê li ber van êrişan bigire.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê bersiva Wezareta Petrolê ya Îraqê da.
Bexdayê di daxuyaniya xwe de Hewlêr tohmetbar kiribû ku "ne amade ye bi rêya boriyan petrolê bişîne Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê."
"Bexda dixwaze raya giştî bixapîne"
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke bi 6 xalan da û diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Îraqê mijar berevajî kiriye û dixwaze raya giştî bixapîne.
Di xala duyemîn a daxuyaniyê de hat gotin:
"Hikûmeta niha ya Bexdayê ji yekem ve bi hinceta bicihkirina sîstema ASYCUDAyê dorpêçeke xeniqîner xistiye ser Herêma Kurdistanê.
Rê nade ku dolar bikeve destê bazirganan. Ji wê demê ve ti tevgera bazirganiyê nemaye."
"Hilberîn rawestiyaye"
Wezaretê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişên li bîrên petrolê û got:
"Mîlîsên derqanûnî hemû bîr û qadên petrol û gazê kirine armanc.
Di encama van êrişên terorîstî de hilberîn rawestiyaye û ti berhema petrolê li Kurdistanê nemaye da ku ji bo derve were hinartin."
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi tundî rexne li hikûmeta Îraqê girtin û pê de çû:
"Bexda ne amade ye rûbirûyî van êrişan bibe û heta niha ji bo rawestandina wan ti tedbîrên bibandor nayên dîtin."
"Êrişkar meaşê xwe ji Bexdayê werdigirin"
Wezaretê behsa rewşa darayî jî kir û eşkere kir:
"Beşeke mezin a van êrişkaran li Bexdayê meaş werdigirin û tên çekdarkirin û fînansekirin.
Lê di heman demê de meaşê xelkê Kurdistanê her tim dereng dikeve û ji pereyê pêwîst kêmtir tê şandin."
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di dawiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaza diyaloga avaker kiriye lê hatiye paşguhkirin.
Wezaretê destnîşan kir ku "Hewl tê dayîn ajendayeke nedestûrî li ser Herêma Kurdistanê were sepandin."
Wezaretê her wiha amadebûna xwe nîşan da ku tîmên pispor bicivin da ku bigihîjin encamekê ku "hemû Îraq jê sûdê wergire û êdî zilm li Kurdistanê neyê kirin."