Li Deriyê Sînorî yê Serzêrê ji şofêr û rêwiyan pere tê standin

Hewlêr (Rûdaw) - Şofên ku di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de li ser xeta Deriyê Sînorî yê Serzêrê dixebitin, ji ber pergaleke nû ya standina pereyan dilgiran in.

Li gorî ajokaran, şirketek li aliyê Herêma Kurdistanê ji her otomobîlê 10 hezar dînar distîne û ev yek jî barê wan girantir dike.

Şofêr dibêjin, berê ew di hefteyê de du-sê caran diçûn û dihatin lê ji ber van mesrefên nû, ew êdî nikarin wekî berê bixebitin.

"Pere li aliyê Herêma Kurdistanê tê standin"

Zêdetirî hefteyekê ye li Deriyê Sînorî yê Serzêrê, şirketek pereyan ji ajokaran distîne.

Şivan Berk şofêrekî ji Bakurê Kurdistanê ye û karê wî veguhastina rêwiyan e di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.

Şivan Berk ji Rûdawê re behsa rewşa xwe û hevalên xwe kir û got:

"Berî heft-heşt rojan ez çûm wir, ji min re gotin tu dê 10 hezarî ji bo otomobîlê bidî.

Temam, min 10 hezar da otomobîlê lê ji her neferekî jî 2 hezar û nîv ji min standin. Yanî pereyê otomobîlê cuda û yê mirovan cuda."

Manîfestoya bi 10 hezar dînarî

Pere li gorî belgeyeke bi navê "Menîfesta Sernişînên Navnaeteweyî" tê standin ku ser bi Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ve ye.

Li ser wê belgeyê bihayê 10 hezar dînar hatiye nivîsandin.

Li gorî rêziknameya şirketê, ji her otomobîl û otobûseke ku kesek heta 5 kesan tê de be 10 hezar dînar tê standin.

Ji 5 heta 15 kesan 15 hezar dînar û ji 15 kesan zêdetir jî 30 hezar dînar didin.

Şofêrê bi navê Botan Baran jî dibêje, "Nêzikê 10-15 roj in ev sîstem vebûye.

Berê me pere nedida, niha ev sîstem vebûye. Hema hesab bike 3 kes bin dike 30 dînar.”

Deriyê geştyariyê

Deriyê Sînorî yê Serzêrê dikeve sînorê nahiyeya Kanî Masê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve û bi tenê ji bo çûn û hatina geştyaran tê bikaranîn.

Rojane derdora 100 otomobîlan di Deriyê Sînorî yê Serzêrê re diçin û tên.

Li aliyê Bakurê Kurdistanê jî Tirkiye 25 dolaran ji her welatiyê xwe yê ku derdikeve derveyî welat di bin navê "xerciya derketina derveyî welat”distîne.