EFRÎN - Zeyneba 8 salî xwest birayê xwe ji lehiyê rizgar bike lê xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke barana gur û lehiyê li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê xist.

Li Efrînê zarokek dema hewla rizgarkirina birayê xwe dida xeniqî û li kampên Hisîça jî lehî çûye nav konên bi hezaran koçberan.

Ji ber vê pêla baran û lehiyê, Kampa Koçberan a Serê Kaniyê ya li Hisîça di bin avê de ma û rewşa koçberan gelekî xirab bûye.

Berpirsê Pêwendiyan ê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso, dîmen û wêneyên piştî lehiyê Rûdawê re şandin.

Di dîmenan de xuya dibe ku av çûye nav konan û rêyên nav kampê ji ber heriyê hatine girtin.

Ev yek jî bûye sedem ku koçber di nav konên şil û sar de asê bimînin.

Xwest birayê xwe rizgar bike lê ew bi xwe xeniqî

Li Geliyê Şera yê li Efrînê, ji ber barana zêde û lehiyê zarokeke bi navê "Zeyneb Elî Sîdo" xeniqî.

Li gorî zanyariyan, keça bi navê Zeyneb Elî Sîdo ya 8 salî û birayê wê ji bo dîtina dîmena lehiyê çûbûn ser gelî lê birayê wê dikeve nav lehiyê.

Dema ku Zeynebê hewl daye birayê xwe rizgar bike, ew bi xwe jî dikeve nav avê û lehiyê ew bi xwe re biriye, ji ber vê yekê canê xwe ji dest daye.

Bi dehan kon bin av bûn û malbat dîsa koçber bûn

Endamê Komîteya Koçberan a li Serê Kaniyê Mihemed Haco, derbarê ziyanên lehiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Ji doh ve ji ber baraneke zêde lehiyeke mezin li her du kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê rabûye.

Jixwe di dîmenan de jî diyar e ku rewş gelekî zehmet bûye û bi dehan kon di bin avê de mane.

Bi dehan malbat neçar mane ji kampan derkevin, hinek ji wan çûne nav dibistanan û yên din jî çûne malan."

Welatiyekî nav Kampa Serê Kaniyê qala zehmetiya jiyana xwe dike û dibêje:

"Ji ber vê lehiyê jiyana zarokan gelekî zehmet bûye. Ev rewşa xelkê ye di nav vê lehî û baranê de.

Ez nizanim xelk dê di nav vê lehiyê de çawa bijî, rewş dê xirabtir jî bibe."

Li gorî amaran, tenê li Kampa Serê Kaniyê 2 hezar û 615 malbat dimînin ku hejmara wan nêzîkî 16 hezar û 700 kesî ye.

Ev koçber bi salan e di nav konan de dijîn û bi hatina demsala zivistanê re, her sal ev karesat ducare dibe û jiyana wan dixe metirsiyê.

Îsal krîz kûrtir bûye, çimkî li her du kampên Waşokanî û Serê Kaniyê, zêdetirî 20 hezar koçberan ji xizmetguzariyên serekî bêpar mane.

Li gorî zanyariyan, ji 1ê Kanûna Paşîn a îsal ve ti rêxistinên mirovî li wan her du kampan nemane û xizmetguzariyên serekî nayên pêşkêşkirin.

Rêxistin, piştî şer û aloziyên ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de qewimîn, ji kampan vekişiyabûn.

Niha ew 20 hezar koçber ji ber nebûna alîkariyan û vekişîna rêxistinên navneteweyî, di rewşeke mirovî ya gelekî zehmet de dijîn.