David Sacks: Berdewamiya şerê Îranê dikare Îsraîlê wêran bike
Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja 16an a şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, di nava tîma Serokê Amerîkayê de dengên nerazîbûnê bilind dibin. Ew dibêjin ku divê Amerîka zû ji vî şerî derkeve.
Şêwirmendê Donald Trumpê ji bo kar û barên hişê çêkirî û diravên dîjîtal David Sacks, bangî Washingtonê kir ku dawî li pevçûnên leşkerî yên bi Îranê re bîne û rêyekê ji bo vekişînê peyda bike.
Sacks diyar kir ku berdewamiya şer ji bo ewlehiya herêmê û Îsraîlê metirsiyên mezin çêdike.
David Sacks ku yek ji kesên nêzîkî Donald Trump e got, “Niha demeke guncav e ku em serkeftina xwe ragihînin û [ji Îranê] derkevin.”
Sacks her wiha anî zimên ku bazarên cîhanê ji bo kêmkirina rageşiyê li benda gaveke wiha ne.
Ev gotinên Sacks wekî nîşaneya ewil a nerazîbûna eşkere ya berpirsekî payebilind ê îdareya Trump a li hemberî şerê Îranê tên dîtin.
Ev di demekê de ye ku Trump di vê mehê de ragihandibû ku Amerîka dikare “her û her” di şerê Îranê de bimîne.
Serokê Amerîkayê her wiha paşê di bin zexta baskên dijşer ên di nav hevalbendiya (MAGA) de ragihand ku dibe ku şer “di demeke nêzîk de” bi dawî bibe.
Sacks hişyarî da ku berdewamiya êrişên li ser binesaziya enerjiya Îranê dê bibe sedema bersivdayîneke tund.
Şêwirmendeyê Serokê Amerîkayê Sacks got, “Eger binesaziya enerjiya Îranê were armanckirin, ew dê binesaziya petrol û gaza welatên Kendavê bikin hedef.
Ev senaryoyeke karesatbar e û dê wiha bike ku herêma Kendavê, bi taybetî jî Erebistana Siûdî, êdî ji bo jiyanê ne guncav be.”
Şêwirmendê Trump ê ku berê jî li dijî desttêwerdana Amerîkayê ya di şerê Ukraynayê de bû, Îsraîlê wekî qurbaniya herî mezin a berdewamiya vî şerî dibîne.
David Sacks di berdewamiyê jî de got, “Eger ev şer hefteyek an meheke din bidome, dibe ku Îsraîl wêran bibe çimkî pergalên wan ên parastina esmanî dê biweste.
Wê demê divê em dilgiran bin ku Îsraîl ji bo parastina xwe berê xwe bide çekên atomî.”
Her wiha rapor diyar dikin ku Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance jî mîna Sacks ji bo berdewamiya êrişên leşkerî yên li ser Îranê “kêmtir bi kelecan e.”
Ev nakokiyên navxwe yên îdareya Trump di demekê de ne ku hesabên sîber ên girêdayî Supaya Pasdaran a Îranê, navên çend şirketên teknolojiyê yên Amerîkayê yên wekî Amazon û Oracleê wekî armancên xwe yên mimkin belav kirin.