Birêvebirê Herêma Kobaniyê: Ez dê ji bo gelê xwe yê Kurd bixebitim
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Herêma Kobaniyê Îbrahim Mislim diyar kir ku ew dê di demeke nêzîk de here Kobaniyê dest bi xizmetê bike.
Mislim ji Rûdawê re ragihand ku ew projeyeke temam ji bo xizmetên li Kobaniyê amade dike.
Mislim diyar kir ku ew amade ye alîkariya xelkê bajêr bike da ku girtiyên wan werin berdan.
Îbrahim Mislim roja îşev beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.
Mislim eşkere kir ku ew ji eşîra Bîskiyê ye û malbata wî 100 sal in li Kobaniyê dijî. Wî got ku hinek xizmên wî hîn li Kobaniyê ne û hinek jî çûne Serê Kaniyê.
Birêvebirina herêma Kobaniyê
Birêvebirê Herêma Kobaniyê da zanîn ku ew li Zanîngeha Helebê di beşa Lêkolînên Felsefe û Civakê de xwendiye.
Mislim sala 2015an dest bi masterê kiriye û ji sala 2006an ve di warê îdarî de dixebite.
Mislim berê di birêvebirina perwerdeyê ya li Cerablusê de xebitiye û pişt re bûye birêvebirê zanîngehekê.
Mislim niha ji aliyê hikûmeta Şamê ve wekî Birêvebirê Herêma Kobaniyê hatiye erkdarkirin.
Hewcehiyên Kobaniyê û projeyên nû
Îbrahim Mislim diyar kir ku ew li ser hewcehiyên Kobaniyê lêkolîneke berfireh dike.
Mislim got, "Ez zilamekî xizmetê me. Ji bo min xizmet ji rûniştina li ser kursî û siyasetê giringtir e."
Îbrahîm Mislim destnîşan kir ku Kobanî hewceyî av, elektrîk û baştirkirina tora ragihandinê înternet û telefonê ye.
Birêvebirê Kobaniyê bal kişand ser pirsgirêka belgeyên fermî jî.
Mislim got gelek xelkên bajêr bê nasname, pasaport û belgeyên milkdarî ne û wî anî ziman ku ew dê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixebite.
"Ez ê ji xelkê xwe re xizmetê bikim"
Birêvebirê Herêma Kobaniyê tekez kir ku ew ji bo meqam û kursiyan naxebite û got:
"Xewna min her tim ew bû ku ez ji bo gelê xwe yê Kurd tiştekî bikim. Ez soz didim ku ez dê di vê herêmê de xizmeta gelê xwe yê Kurd bikim."
Mislim eşkere kir ku ew niha bi birêvebirên saziyên, perwerde, veguhastin, nasname û xizmetguzariyê re di peywendiyê de ye.
Mislim di berdewamiyê jî de got ku Kobanî hewceyî xebateke mezin a lojîstîk û civakî ye.
Birêvebirê Herêma Kobaniyê amaje pê kir ku li bajêr ciwanên 18 salî hene ku ti belgeyên wan ên fermî nîn in.
"Ez kurê Kobaniyê me"
Hinek kesan îdia kiribû ku Îbrahim Mislim ne ji Kobaniyê ye. Mislim bersiv da wan gotegotan û got:
"Wan li ser kîjan bingehî gotiye ku ez ne ji Kobaniyê me? Her kes dizane ku Kurdên Sûriyeyê ji Kobanî, Qamişlo û Efrînê belav bûne."
Mislim da zanîn ku ew her roj diçe Helebê da ku agahî û belgeyên pêwîst kom bike.
Birêvebirê Kobaniyê got ku ew bi şev û bi roj dixebite û wextê wî tune ye ku bersiva gotegotan bide.
Mislim teqez kir ku xelkê Kobaniyê "malbat û hezkiriyên wî ne" û bi piştgiriya dewletê dê rewşa bajêr were guhertin.
Peyamek ji bo xelkê Kobaniyê
Îbrahim Mislim bi rêya Rûdawê peyamek ji xelkê Kobaniyê re şand û got:
"Xelkê vî bajarê ezîz ê ku gelek êş kişandine.. Rewşa vî bajêr dê biguhere. Ez ji xelkê daxwaz dikim ku heke girtiyên wan hebin bi min re peywendiyê deynin."
Mislim diyar kir ku ew dê ji bo azadkirina girtiyan û çareserkirina neheqiyan bixebite.
Îbrahîm Mislim got, "Ez xizmetkarê xelkê xwe me."