Ji bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Çewlîg, Bedlîs, Mûş, Wan, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Her wiha ji bo cihên bilind ên van bajaran jî hişyariya berfê hat dayîn.

Metirsiya aşût û lehiyê heye

Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, rapora xwe ya rojane ya li ser rewşa keş û hewayê ya îro 15ê Adara 2026an belav kir.

Li gorî raporê, li gelek deveran ji bilî ba û barana gur metirsiya aşût û lehiyê jî heye.

Saziya Keşnasiyê pêşbînî dike ku îro li parêzgehên Çewlîg, Bedlîs, Mûş, Wan, Colemêrg û Şirnexê şilope bibare.

Tê gotin ku dê li cihên bilind ên wan bajaran jî berf bibare.

Tedbîrên xwe wergirin

Saziya Keşnasiyê bangî xelkê wan parêzgehan kir ku baldar bin.

Saziyê xwest ku welatî li hemberî rûdanên neyînî yên wekî lehiyê û astengiyên çûn û hatinê tedbîrên xwe wergirin.

Her wiha saziyê hişyariyeke taybet a li ser hatina aşûtan jî da.

Saziyê ragihand ku li zozan û çiyayên bilind ên Bakurê Kurdistanê û herêma Deryaya Reş metirsiya aşûtê heye.

Saziyê sedema vê metirsiyê jî wekî helîna berfê û meyla çiyayan nîşan da.