KIRMAŞAN - Di bombebaranê de dayîk û keçika wê mirin

1 demjimêr berê
Jîla Esed
Nîşan Kirmaşan Dayîk Şer Mirin Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bombebaraneke li ser bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê de dayîkek û zaroka wê ya du salî mirin.

Welatiyekî ji bajarê Kirmaşanê îro ji Rûdawê re ragihand:

"Doh (şemî) li nav bajarê Kirmaşanê êrişî hinek hedefan hat kirin û di encamê de dayîkek û zaroka wê hatin kuştin.

Mala wê jinê nêzîkî cihekî bû ku hatibû armanckirin. Ji ber vê jî xaniyê wan hilweşiya û ew û zaroka xwe di bin kavilan de man."

Li gorî gotina wî welatiyî, navê dayîkê Faîze Reyhanî û navê zaroka wê jî Ebra Jirfî ye.

Êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê

Îsraîl û Amerîkayê, berbangê 28ê Sibatê dest bi êrişeke berfireh û hevpar a li ser Îranê kir.

Yek ji wan cihên ku herî zêde tê bombebarankirin jî Kirmaşan e.

Li gorî amarên dawî yên aliyê Îranê, heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kuştina 2 hezar û 729 kesan hatiye piştrastkirin û 15 hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst