KIRMAŞAN - Di bombebaranê de zarokekî 15 salî mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riwanserê ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama bombebaranekê de zarokekî 15 salî mir.

Welatiyekî ji Kirmaşanê îro ji Rûdawê re ragihand:

"2yê Adarê li nav bajarê Riwanserê êrişî hinek armancan hat kirin. Di encamê de zarokekî 15 salî bi giranî birîndar bû."

Wî welatiyî diyar kir ku ew zarok nêzîkî cihekî bû ku hatibû armanckirin û wiha got:

"Loma ew bi giranî birîndar bû. Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê û 13 rojan li wir ma, wî canê xwe ji dest da."

Li gorî gotina heman welatiyî, navê wî zarokê ku canê xwe ji dest daye Kiyan Muradî ye û ew 15 salî ye.

Êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê

Îsraîl û Amerîkayê berbangê 28ê Sibatê, dest bi êrişeke berfireh û hevpar a li ser Îranê kir.

Yek ji wan cihên ku herî zêde tê bombebarankirin jî Kirmaşan e.

Li gorî amarên dawî yên aliyê Îranê, heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kuştina 2 hezar û 729 kesan hatiye piştrastkirin.

Her wiha 15 hezar kes jî birîndar bûne.