Îran: Zêdetirî 400 jin û zarokan hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di vî şerî de zêdetirî 400 jin û zarokan hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê da zanîn ku ji destpêka vî şerî ve 223 jin û 202 zarok li welêt hatine kuştin.

3 jin ducanî bûn

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ji wan jinên ku canê xwe ji dest daye 3 jin ducanî bûn.

Wezaretê diyar kir ku 202 zarokan canê xwe ji dest daye.

Temenê 12 ji wan zarokan di bin 5 saliyê re bûye.

Her wiha 41 zarokên ku temenê wan di bin 2 saliyê re bûye jî birîndar bûne.

Sektora tenduristiyê di bin zexteke mezin de ye

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sektora tenduristiyê ya Îranê di bin zexteke mezin de ye.

Li seranserê welêt xisar gihîştiye 153 navendên tenduristiyê.

Her wiha 3 karmendên wê sektorê dema li ser karê xwe bûn hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê eşkere kir ku tevî zererên mezin ên li navendên tenduristiyê jî pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê didome.