Endamên NATOYê piştgirî dan operasyona Sûriyê

Navenda Nûçeyan – Piştî civîna derasayî ya li baregeha NATOyê ya li Brukselê hat eşkerekirin ku hevpeyman "piştgiriya tam didin" operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya dijî hikûmeta Sûriyê.

 

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku piştgiriyê didin operasyona Sûriyê ya bin serkêşiya Amerîkayê de.

 

Jens Stoltenberg piştî civîna NATOyê ya derasayî ya li Brukselê daxuyanî dan rojnamevanan û ji ber li Xûtaya Rojhilatê bikaranîna çeka kimyawî hikûmeta Sûriyê şermezar kir.

 

Stoltenberg bi bîr xist ku beriya operasyonê NATO hemû rê ceribandin û diyar kir ku ji bilî çareseriya leşkerî tu alternatîf neman, divabû civaka navneteweyî bersiveke bi hêz bide.

 

Ji aliyê din ve di danezana encamê ya ku piştî civîna li baregeha NATOyê hat eşkerekirin de hat gotin ku "piştgiriya tam didin" operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya bo ser hikûmeta Sûriyê.