Mamosteyê Zanîngeha Costa Rica: Divê civaka navdewletî dilniya bike ku Enfaleke din naqewime
Duhok (Rûdaw) – Mamosteyê Zanîngeha Costa Rica Prof. Dr. Antonios Bafios li ser Enfalê ragihand ku divê civaka navdewletî pabend bin bi rola xwe û dilniya bikin ku cenosaydeke bi vî rengî careke din naqewime.
Li Zanîngeha Duhokê konferanseke taybet bi nasandina cenosayda Kurdan birêve diçe û di çarçoveya roja duyem a konferansê de beşdarî Mamosteyê Zanîngeha Costa Rica Prof. Dr. Antonios Bafios bultena Rûdawê bû.
Prof. Dr. Antonios Bafios diyar kir: “Cenosayda ku bi ser Kurdan de hatiye, nimûneyek e ji piraniya wan cenosaydên ku li welatên din hatine kirin, karê min ew ku ez ji xelkê Costa Rica re bidim zanîn ku çi hatiye serê Kurdan, ji ber ku piraniya xelkê Costa Rica nizanin çi hatiye serê Kurdan û ez ji cîhanê re bibêjim ku Kurd di dema Sedam Husên de di rewşeke çawa de jiyane.”
Li ser pirsa "çima bûyerên ku hatine serê Kurdan li cîhanê dengvenedaye û nebûne mijarên navdewletî?" Prof. Dr. Antonios Bafios diyar kir: “Rewşa Kurdan û rewşa Amerîkaya Latîn û Efrîqa, piraniya wê bi teknolojî û ragihandinê ve girêdayî ye ku roleke wan bi bandor heye li ser çi êş û jan hatiye serê Kurdan ragihînin.”
Prof. Dr. Antonios Bafios herwiha got: “Divê civaka navdewletî pabend bin bi rola xwe û dilniya bike ku cenosaydeke bi vî rengî careke din naqewime. Pirsgirêka civaka navdewletî ew e ku divê civaka navdewletî çavdêrî bike, ji nêz ve agahdarê hemû rewşan be, berî ku ev rewş derkeve holê û komkujî çêbibe.”
Li ser pirsa "gelo asteng çi ne ku cenosayda hatiye serê Kurdan nabe dosyeyeke navdewletî?" Prof. Dr. Antonios Bafios destnîşan kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî baş kiriye û vê bîranînê bi zindî hiştiye. Divê li zanîngehên Kurdistanê jî ev mijar were nirxandin û zindî bihêlin, daku mijara cenosayda ku hatiye serê Kurdan bigihîje her derê.”