VÎDEOWALL - Petrola Îranê li Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Berî destpêkirina şerê navxwe li Sûriyê, Şamê petrol ji Îranê hawirde nedikir. Lê di dema şerê 9 salî yê Sûriyê de û kontrolkirina HSD li ser piraniya bîrên petrolê, Sûriyê rojane 30-60 hezar bermîl petrola Îranê dibir.

Berî destpêkirina şerê navxwe di 2011an de, Sûriyê dikaribû nêzîkî 390 hezar bermîlên petrolê berhem bîne.

Berî şer, Sûriyê tenê 40 hezar bermîl berhema petrolê ji derve dikirî, wê demê Sûriyê welatek bû ku petrol dişande derve, rojane bi rêya Deryaya Navîn, 150 hezar bermîl petrol dişande Ewropa.

Di 2013an de şer giran bû û hikûmeta Sûriya piraniya axa Sûriyê ji dest da, berhemanîna petrola Sûriyê di wê salê de daket 28 hezar bermîlan di rojekê de.

Ji 2014an û bi şûn de berhema petrola Sûriyê gihişt 9 hezar bermîlan di rojekê de. Ev jî piştî ku di 2013an de zeviyên bakur rojhilatê Sûriyê ketin destê YPG, û DAIŞ jî dest danî ser zeviyên petrolê yên başûr rojhilat.

Piştî ku HSD piraniya deverên petrolê kontrol kirin, hikûmeta Şamê neçar ma pêwendiyeke veşartî bi hêzên kurdî re çêbike. Lê ji ber ku jêrxana zeviyên petrolê têk çûbûn, derxistina petrolê gelekî kêm bû, bû 20-30 hezar bermîlan di rojekê.

Di salên 2019 û 2020 de, cezayên amerîka li ser Îranê de tund bûn, Îran nema dikare bermîle petrol hinardey derve bike, ji wê demê ve, kirîza sûtemeniyê li ba hikûmeta Sûriyê zêde bûye, we dît jî di zivistana 2018 û 2019an de ji ber kêmbûna berhemên petrolê, xwepêşandanên berfireh çêbûn.

Bazirganîya di navbera Şam û Tehranê de nêzîkî 4-8 milyar dolar e. Hikûmeta Sûriyê bi berdewamî ji 2013 heta 2019an rojane 45 hezar bermîlên petrolê ji Îranê dibir, wate bi qasî 10 milyar dolaran petrol ji Îranê biriye.