Galeriya wêneyan

15-04-2024
14 Photos

Li bajarê Şeqlaweyê ji bo bûk û zavayekî Sabiye Mendayî merasîma pakbûnê hat sazkirin.

Merasîma pakbûnê doh hat lidarxistin.

Merasîm bi taybetî ji bo Ews Îsam û Raniye Redê bû ku gustîlên bûk û zavatiyê xistin tiliyên xwe.

Rengê spî li cem Sabiye Mendayiyan pîroz e. Di cejn û pîrozbahiyan de cilûbergên spî li xwe dikin.

Sabiye Mendayî di ahenga xwepakkirinê de dikevin nava avê.

Li gorî Sabiye Mendayiyan, av rih û bedena însên pak dike. 

Sabiye Mendayî bi piranî li bajarên Îmare, Besra, Bexda, Nasiriye, Kerkûk û Şeqlaweyê dijîn.

Sabiye Mendayî li ser rêya pêxember Yehya ne.

Li gorî amarên Encûmena Karên Sabiye Mendayiyan, heta sala 2003yan nifûsa Sabiye Mendayiyan 100 hezar kes bû.

Ji ber êrişên komên çekdar û aloziyan  gelek kesan ji wan koçî Tirkiye, Îran, Sûriye û Urdinê kiriye.

Hejmara Sabî Mendayiyan aniha li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê tenê maye 15 hezar kes.