Mesrûr Barzanî Sersala Kurdên Êzidî pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, "Ez hêvî dikim ku hûn vê cejnê di aştî û aramiyê de derbas bikin."
Mesrûr Barzanî her wiha tekeziyê li ser piştgiriya hikûmetê ya ji bo maf û daxwazên Êzidiyan kir.
Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidê ku wekî "Çarşema Sor" jî tê naskirin, yek ji cejnên herî kevn û pîroz ên dînê Êzidîtiyê ye.
Ev cejn her sal çarşembeya ewil a meha Nîsanê (li gorî salnameya Rojhilatî) tê pîrozkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi helkefta Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Em piştgiriyê didin Êzidiyan
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser piştgiriya hikûmetê ya ji bo Êzidiyan û wiha got:
"Bi helkefta Sersala Êzidiyan, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê dikim.
Ez hêvîdar im ku hûn vê cejnê di aştî û aramiyê de derbas bikin.
Bi vê helkeftê, em piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwazên xwişk û birayên Êzidî ducare dikin.
Sersala Êzidiyan pîroz be û her di nav xêr û şadiyê de bijîn."