Bertekên li dijî êrişa li Siwêregê didomin: Egîtîm Senê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Eşkere bû ku Omer Ketê ku li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê êrişî dibistanekê kir, 16 kes birîndar kir û paşê xwe kuşt, rojek beriya bûyerê hatibûye desteserkirin lê hatiye berdan.

Li Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncuyê ya li Siwêregê doh êrişeke çekdarî pêk hatibû.

Hûrgiliyên nû yên li ser vê êrişê derketin holê.

Li gorî zanyariyan, êrişkar Omer Ket demeke kurt beriya êrişê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gef xwaribûn.

Wî peyamên wekî "Dê di nav çend rojan de li dibistanê êrişek pêk bê, amade bin" û "Em dê sibe hev bibînin, ez dê we hemûyan tune bikim" belav kiribûn.

Birêvebiriya dibistanê giliyê wî kiribû

Piştî van peyamên wî, birêvebirê dibistanê agahî dabû polîsan û giliyê wî kiribû.

Li ser vê îxbarê, Omer Ket rojek beriya bûyerê hatibû desteserkirin lê belê piştî ku îfadeya wî hat wergirtin, ew hat berdan.

Omer Ketê ku hat berdan, sibeha roja din bi çekê çû dibistanê û êriş pêk anî.

Li gorî zanyariyên di dosyeya lêpirsînê de, sedema êrişê "hêrsa biserneketinê" ye.

Omer Ket ji ber nebûna li dibistanê derbasî lîseya vekirî bûbû lê li wir jî bi ser neketibû.

Hat tespîtkirin ku wî ji ber têkçûna jiyana xwe ya perwerdeyê birêvebirê dibistanê berpirsyar didît û ji ber vê yekê dijminatî dikir.

Piştî êrişa Omer Ket a ku 16 kes birîndar kir û dawî li jiyana xwe anî, lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 2 birêvebirên emniyetê yên navçeyê û 2 birêvebirên perwerdeya neteweyî yên navçeyê ji kar hatin dûrxistin.

Bertekên Egîtîm Senê

Li aliyê din, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) li dijî êrişa li Siwêregê li seranserî Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyên hevdem li dar xistin.

Li Amedê jî daxuyaniyek hate dayîn.

Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sena Amedê Arzu Koçê daxuyanî xwend.

Arzu Koçê diyar kir ku ev êriş tenê wekî "bûyereke tundiyê" nayê dîtin û got:

"Ev trajediya xemgîn nîşan dide ku tundî di saziyên perwerdeyê de çi qas bûye pirsgirêkeke pergalî."

Arzu Koçê destnîşan kir ku dibistan divê ji bo zarok û karmendên perwerdeyê cihên herî ewle bin lê van qadan taybetmendiya xwe ya parastinê ji dest daye.

Koçê bangî desthilat û birêvebiran kir ku hesabê bidin û anî ziman:

"Perwerde mafekî giştî ye û nabe ku ji pêwendiyên bazarê re were hiştin.

Em dê têkoşîna xwe bidomin ku dibistanên me nebin qadên tundiyê, bibin qadên jiyanê û perwerdeya zanistî, laîk û bi zimanê dayîkê."