MEREŞ - Li ser êrişa çekdarî ya li dibistanê qedexeya weşanê hat danîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê li ser êrişa çekdarî ya li Dibistana Navîn a Ayser Çalikê qedexeya weşanê hat danîn.
Dadgeha 2yemîn a Cezayê ya Sulhê ya Mereşê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mereşê de biryara qedexeya weşanê da.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser êrişê daxuyanî da û eşkere kir ku biryara qedexeyê hatiye dayîn û da zanîn:
"Ji bo selametiya lêpirsînê biryara qedexeya weşanê hatiye dayîn.
Girîng e ku dezgehên medyayê li ser nepeniya lêpirsînê bi baldarî bisekinin."
Wezîrê Dadê her wiha da zanîn ku dê rayedar di her qonaxê de agahiyên pêwîst bidin.
Hişyariya RTUKê
Komîteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û hişyarî da weşangeran.
RTUKê daxuyaniya Wezîrê Dadê parve kir û hûrgiliyên qedexeyê eşkere kirin.
Di daxuyaniya RTUKê de hat gotin:
"Li gorî biryara Dadgeha 2yemîn a Cezayê ya Sulhê ya Mereşê ya bi hejmara 2026/3569an, li ser bûyera li Mereşê qedexeya weşanê hatiye dayîn."
RTUKê bi bîr xist ku divê hemû dezgehên weşanê li gorî qanûna bi hejmara 6112an û rêziknameyên pêwendîdar bi baldarî li gorî biryara dadgehê tevbigerin.