Li Mereşê êrişa li dibistanê: Hejmara kuştiyan bû 9 kes

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onîkîşubatê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî ya li Dibistana Navîn a Aysel Çalikê de 9 kes hatin kuştin.

Di êrişê de mamosteyek û 8 xwendekaran hatin kuştin û her wiha 13 kes birîndar bûn ku rewşa 3yan ji wan giran e.

Li gorî agahiyan, êrişkar xwendekarê pola 8an ê bi navê Îsa Aras Mersînlî ye.

Ew bi çekê ketiye du polên cuda yên xwendekarên pola 5an û gule li wan reşandine.

Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluer li ser bûyerê amarên dawî parve kirin.

Unluer diyar kir ku êrişkar piştî komkujiyê gule berdaye xwe û dawî li jiyana xwe aniye.

Li gorî agahiyên Unluer, bavê êrişkar polîsekî berê ye û tê texmînkirin ku xwendekar çek ji bavê xwe standiye.

Bavê êrişkar hat desteserkirin

Hêzên ewlehiyê bavê êrişkar Ugur Mersînlî yê ku xwediyê çekê ye desteser kir.

Rayedaran ragihand ku îdiayên li ser medyaya civakî yên derbarê êrişên li dibistanên din ne rast in.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî eşkere kir ku hejmara kuştiyan gihîşt 9an û anî ziman:

"Xwendekarê me yê 14 salî bi çekên ku ji malê anîne ketiye du polan û komkujiyeke mezin kiriye."

Mustafa Çîftçî diyar kir ku 13 birîndar hene û 6 ji wan di bin çavdêriya hûr de ne.

Perwerde hat rawestandin

Mustafa Çîftçî destnîşan kir ku ev bûyereke şexsî ye û ne çalakiyeke terorê ye.

Ji ber vê bûyera trajîk, li Mereşê du rojan perwerde hat rawestandin.

Piştî bûyerê Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çîftçî, Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn û Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu çûn Mereşê.

Wezîrê Dadê Akîn Gurlek ragihand ku 3 cîgirên serdozger û 4 dozger ji bo lêpirsînê hatine erkdarkirin.

Her wiha Wezareta Karên Navxwe 8 mufetîş şandin herêmê da ku bûyerê ji her alî ve lêkolîn bikin.

Qedexeya weşanê

Dadgeha Mereşê ji bo parastina derûniya zarokan û selimandina lêpirsînê qedexeya weşanê danî ser bûyerê.

RTUK û Serokatiya Ragihandinê bangî saziyên medyayê kir ku ji ziman û dîmenên ku bandorên trawmatîk zêde dikin dûr bikevin.

Hêzên ewlehiyê li ser sedemên ku zarokekî 14 salî ber bi vê tundiyê ve biriye lêkolîneke piralî dikin.