Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bi Balyozê Fransayê yê Îraqê re civiya.

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kiriye û "hêvî xwestiye ku agirbest berdewam be."

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel civiyane.

Di civînê de Konsulê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem jî amade bûye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di civînê de li ser "pêşhatên dawî yên rewşa herêmê û encamên şer ên li ser ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn û cîhanê bîr û ra hatine guhertin."

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Wan hêvî xwest ku agirbest berdewam bike û rê ji bo bidawîhatina şer û pêkhatina aştiyê xweş bike."

Rola Fransayê û pêvajoya siyasî

Nêçîrvan Barzanî di civînê de "pesnê hewldanên Fransayê û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron da ku her tim ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn rol lîstine û piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê kirine."

Di dawiyê de Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku pêvajoya siyasî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a hevdîtinê bûye.

Tê de tekezî li ser girîngiya dan û standin û lihevtêgihîştina aliyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin.