PWKyê Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Cejna Sere Salê ya Kurdên Êzidî (Çarşema Sor) yek ji cejnên herî diyar ên Kurdên Êzidî ye û her sal destpêka meha nîsanê Kurdên Êzidî li gorî çand û kevneşopiyên xwe pîroz dikin.
PWKyê bi vê wesîleyê peyamek belav kir û ev cejn li Kurdên Êzidî pîroz kir.
Cejna herî mezin a Kurdên Êzidiyan e
PWKyê da zanîn ku Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a Kurdên Êzidî ye û got:
“Kurdên Êzidî di wê baweriyê de ne ku li gorî salnameya berê, çarşema yekem a meha nîsanê avabûna gerdûnê temam bûye û jiyan dest pê bûye.
Ji ber vê jî vê rojê wekî Cejna Çarşema Sor ango wekî Cejna Serê Salê pîroz dikin.
Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnar ê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwediyê taybetiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.”
“Kurdên Êzidî ti caran dest ji ziman û çanda xwe bernedaye”
PWKyê bal kişand li ser komkujiyên li hemberî Kurdên Êzidî hatiye kirin û got:
“Di dîroka de xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî rastî gelek qetlîam û êriş û karesatan bûne lê wan ti carî dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedaye.
Em di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî de bangî hemû Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrişên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku ti aliyek xwe li ser wan bisepînin.”
“Ji bo birînên Kurdên Êzidî bêne pêçan dê biryarên teybet bigirin”
PWKyê herî dawî di peyama xwe de da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku Parlamento, Serokatî , Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên Kurdên Êzidî bêne pêçan dê biryarên teybet bigirin û got:
“Her wiha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberiya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kultirî û xweîdarekirina herêmî ya Kurdên Êzidî biparêzin, bi pêş de bibin û bixin bin garantiyê.
Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor a xwişk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.”