MEREŞ - Li dibistanekê êrişa bi çekê: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê li dijî dibistanekê êrişa çekdarî hat kirin û di êrişê de mamosteyek û 3 xwendekar hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê jî li dibistanekê dengê çekan hat.
Li gorî agahiyan, li navçeya Onikişubatê ya Mereşê li Dibistana Navîn a Ayşel Çalikê dengê çekan hat bihîstin.
Li ser agahdarkirinê, gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tê gotin ku li cihê bûyerê gelek kuştî û birîndar hene.
Daxuyaniya Parêzgar
Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluer ragihand ku li Dibistana Navîn a Ayser Çalikê êrişeke çekdarî pêk hatiye.
Unluer diyar kir ku heta niha sedema êrişê nayê zanîn.
Mukerrem Unluer ragihand ku bûyer pir nû ye û li ser êrişê wiha axivî:
"Niha êrişek heye. Li dibistaneke me bûyereke xemgîn rû da. Zanyarî gihîşt me ku birîndar hene.
Mixabin kuştî jî hene. Em bi hûrgilî li ser mijarê lêkolînê dikin."
Parêzgarê Mereşê di daxuyaniyeke din de da zanîn ku êriş ji aliyê xwendekarekî dibistanê ve hatiye kirin û di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ji kuştiyan yek mamoste ye û 3 jî xwendekar in.
Her wiha Parêzgarê Mereşê da zanîn ku êrişkar bi xwe jî di nava wê aloziyê de miriye.
Hat zanîn ku rewşa 4 birîndaran gelekî giran e.
#VÎDEO - Li Mereşê Xwendekarekî 16 salî bi 5 çekan bi ser dibistanekê de girt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 15, 2026
📌 Êrişkar li nav polan gule berdan 2 polan
📌 Di encamê de 3 xwendekar û mamosteyek mirin û 20 kes jî birîndar bûn
📌 Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Mereşê, êrişkar bi xwe jî di nava wê aloziyê de… pic.twitter.com/Q2DCJQrWig
Wezîrên Perwerde û Karên Navxwe diçin Mereşê
Li aliyê din, Wezîrê Karên Mavxe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî û Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn jî piştî bûyerê ber bi Mereşê ve bi rê ketin.
Daxuyaniya Wezîrê Dadê
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek eşkere kir ku li ser êrişê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Gurlek da zanîn ku ji bo lêpirsînê 3 alîkarên Serdozgerê Komarê û 4 Dozgerên Komarê hatine erkdarkirin.
Her wiha li ser êrişa çekdarî biryara qedexeya weşanê hate dayîn.
Wezîrê Dadê Akın Gurlek li ser mijarê axivî û got, "Ji bo selametiya lêpirsînê biryara qedexeya weşanê hatiye dayîn.
Girîng e ku dezgehên me yên çapemeniyê bi hestiyarî pêbendî nihêniya lêpirsînê bin."
#VÎDEO - Li Mereşê bi çekê êrişî dibistanê hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 15, 2026
▶️ Li Mereşa Bakurê Kurdistanê êrişeke çekdarî li Dibistana Navendî ya Ayser Çalikê hat kirin
▶️Tê gotin ku di êrişê de kuştî û birîndar hene
▶️ Piştî êrişê di nav dibistanê de tirs û xofeke mezin çêbû û gelek polîs û… pic.twitter.com/ep6kKFhSp2