Li Dêgeleyê êrişa dronî: Kampa ku jin û zarok lê dimînin hat bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronê êrişî kampa Dêgeleyê ya li parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand:

"Îro piştî nîvroj bi dronekê êrişî Kampa Dêgeleyê hat kirin ku kampa jin û zarokên Pêşmergeyên Partiya Demokrat e."

Kawe Behramî da zanîn ku di êrişê de ti zererên canî çênebûne û tenê zerera madî çêbûye.

Êrişên li Sûrdaş û Koyeyê

Ev yek di demekê de ye ku doh, bi du dronan êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Di wê êrişê de Pêşmergeyeke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê şehîd ket û du kes jî birîndar bûn.

Her wiha her doh bi dronekê êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê jî hate kirin.

Dronên li Xelîfanê hatin xistin

Birevibêrê Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê Helgurd Şêx Necîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Du dron di asmanê îdareya me re derbas bûn."

Li gorî gotina Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê, ew dron li navçeya Xelîfanê hatin xistin.

Dijeterora Kurdistanê jî doh di daxuyaniyekê de belav kir ku demjimêr 17:04ê êvara Sêşemê, du dronên bombebarkirî yên ku ji axa Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve ber bi Hewlêrê ve hatibûn şandin, ji aliyê balafirên şer ve hatin xistin.