“Asayişa PYDê avête ser ofîsa PDK-Sê li Çilaxa”

15-05-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Îro serê sibehê hêzeke asayişa ku bi ser PYDê vet ê naskirin, avête ser ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Çilaxa yê girêdayî parêzgeha Hesekê û arma ku nav û durşme wê partiyê li pêşiya ofîsê hatiye daleqandin hilkirin û ligel xwe birin.

Sekreterê polîtbîroya PDK-Sê Mihemed Îsamîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku “îro dora saet 8ê sibehê, grûpeke asayişa PYDê avête ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Çilaxa û arma ofîsê hilkirin û birin”.

Îsmaîl da zanîn ku “dema asayişê êrîşî ofîsê kir, bi tenê nobedarê ofîsê li wir amade bû, lê ew nehatiye girtin”.

Duh çarşemê jê bi heman şêweyî, asayişa avêtibû ser ofîsa PDK-Sê li bajarokê Girkêlegê û arma ofîsê hilkiribûn û ligel xwe biribûn.

Mihemed Îsmaîl diyar kir ku wan ji endam û dostên xwe xwestiye ku ti pirsgirêkan dernexin û aramiya rewşa li navçeyê biparêzin.

Heta niha asayişê ti daxuyanî derbarê hilkirina armên her du ofîsên PDK-Sê li Çilaxa û Girkêlegê nedaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst