Serxwebûna Kurdistanê dê peymana Sykes-Picotê bê wate bike

15-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê ji bo şermezarkirina peymana Sykes-Picot daxuyanî hate dayîn û panelek hate lidarxistin. Kesên beşdarî daxuyaniyê û panelê bûn, diyar kirin ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê peymana Sykes-Picotê bê wate bike û ev yek dê çarenûsa kurdan ji nû ve diyar bike.


Bi boneya sedsaliya peymana Sykes-Picot ku Kurdistanê di bin banê 4 dewletan de parçe kiribû, li Amedê çalakiyên “Ji Sykes-Picotê” re na hatin lidarxistin.


Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, xwest kurd vê peymanê qebûl nekin û çarenûsa xwe bi destê xwe xêz bikin.


Sekreterê Giştî yê PSKê Mesûd Tek got: “Divê ew xeletiya Sykes-Picot neyê dubarekirin û kurd bê statû neyê hiştin. Divê kurd bigihije mafên xwe û mafên xwe bi dest bixe.”


Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî li ser peymana Sykes-Picotê panelek li dar xist. Di panelê de hate diyarkirin kurd êdî li Rojhilata Navîn aktoreke sereke ne û divê Sykes-Picot nemîne.


Pisporê Jeopolîtîkayê Dr. Elî Tetar jî di panela PAKê de got: “Em bi tekîd in. Di demeke nêz de dê serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin. Me bi hezaran şehîd, bi sedan hezar enfal dane. Niha hezar û 700 pêşmerge di sengeran de şehîd ketine û 9 hezar pêşmerge birîndar bûne, çavên xwe, destê xwe, serê xwe dane. Ev hemû tişt ji bo em bijîn hatine kirin.”


Peymana Sykes-Picotê di 16ê Gulana 1916an de pêk hatibû û li gorî vê nexşeyê Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hatibû perçekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst