PDK-Bakur: Êdî bila Sykes-Picot bes be

15-05-2016
RÛDAW
Nîşan PDK-Bakur Sykes-Picot Êlih Kurdistan Serxwebûn
A+ A-

Êlih (Rûdaw) – Rêxistina Êlihê ya PDK-Bakur di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku pêwîst e êdî Sykes-Picot bi dawî were.

 

Îro yekşemî 15ê Gulanê Rêxistina Êlihê ya PDK-Bakur bi helkevta 100 saliya rêkevtinnameya Sykes-Picotê daxuyaniyek rojnamevanî da.

 

PDK-Bakur a Êlihê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Sykes-Picot li Kurdistanê komkujî û trajedî ye. Di 100 saliya wê de em dibêjin, Êdî Bes e.

 

Di daxuyaniya rojnamevaniyê de herwiha pankartên bi dirûşmeya “Em piştgîriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin”. “Serxwebûn mafê gelê Kurd e”, jî hatibûn hildan.

 

PDK-Bakur bûyerên dîrokî û dîroka berê ya Kurdistanê nirxand û derbarê rêkevtinnameya Sykes-Picotê de jî da xuyakirin, ku di dema vê rêkevtinê de û xêzkirina nexşeya deverên de Kurd û Kudistan nehatin hesibandin.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi peymana Lozanê tê kirin, ku di sala 1923an de hatibû îmzakirin, û tekezî li ser wê hat kirin, ku di encama peymana Lozanê de Kurdistanê bi ser 4 dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de hat dabeşkirin û ji hinge ve heya niha bi milyonan kes ratî komkujiyan hatine.

 

Rêxistina Êlihê ya PDK-Bakur herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku ji sla 1991an û wir ve, Kurd û Kurdistan di pêvajoyeke stratejîk re derbas dibin û da xuyakirin, eger Başûrê Kurdistanê negihîje serxwebûna xwe, dê ew îmkanên stratejîk ji dest biçin.

 

Di dawiya daxuyaniyê de jî, PDK-Bakur daxwaz ji raya giştî ya Kurdistanê kir, ku piştgîriyê bidin referanduma serxwebûnê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst