Fermana desteserkirina Şasiwar Ebdulwahîd derket
Silêmanî (Rûdaw) – Dadgeha Lêkolînê ya Asayişa Giştî fermana desteserkirina Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid derxist.
Li gor nivîsekê, ku îro hatiye belavkirin û dîroka roja 14-05-2019an li ser e û ji aliyê dadger Dr. Awar Umer Qadir Hacî hatiye îmzekirin, Dadgeha Lêkolînê ya Asayişa Giştî fermana desteserkirinê derbarê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid Qadir de derxistiye.
Di nivîsê de ji hêzên ewlehiyê re hatiye diyarkirin: “Rê ji we re hatiye dayîn ku vî tohmetbarî desteser bikin û bidin dadgeha me, ji ber ku li Rêveberiya Asayişê derbarê wî de doz hatiye vekirin.”
Herwiha hatiye eşkerekirin ku fermana desteserkirinê "li ser madeya 2 ya qedexekirina xirab bikaranîna amûrên peywendiyê" bûye.