Hevserokê Şaredariya Îdirê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Şaredariya Îdirê, Yaşar Akkuş îro Înê 15ê Gulanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin. 

Ajansa fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê ragihandiye, ku Hevserokê Şaredariya Îdirê di çarçoveya lêpirsîna terorê ya derheqê wî de hatiye desteserkirin.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina wî, bi ser avahiya Şaredariya Îdirê û herwiha mala Yaşar Akkuş de girtine û piştî lêgerîn û pişkinînan, Akkuş li mala wî desteser kirine û piştre bo baregeha Rêveberiya Asaişa Îdirê veguhastin.

Hêzên ewlehiyê herwiha li derdora avahiya şaredariyê bi wesayitên zirhî tedbîrên tund wergirtin.