Hewlêr (Rûdaw) - Endamên malbateke ji Şingalê ku îro bi mebesta geştê çûbûn devera Geliyê Elî Beg, dema ku melevanî dikirin, xeniqîn. Termê dayikê hatiye dîtin û bav û zarok winda ne.
Bûyer li nêzikî Kanî Maran a li Geliyê Elî Beg qewimî. Malbateke sê kesî di sêyem roja Cejna Remezanê de ji bo geştê çûbûn wê deverê û ji ber hewayê germ xwestin bikevin avê.
Lê li gor zanyariyan endamên wê malbatê, nekarîn ji avê derkevin û xeniqîn. Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Yunis Qadir ji Rûdawê re ragihand ku tîmên wan termê jinê derxistine ku navê wê Texrîd Ziyad e û temenê wê 22 sal e.
Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Soranê diyar kir, “Li gor zanyariyên me ew malbat xelkê Şingalê û rûniştvanên Behirkê bûye. Ji bo geştê hatibûn Geliyê Elî Beg.”
Yunis Qadir herwiha ragihand ku xebatên wan ên ji bo dîtina cenazeyên zarok û bavê wî berdewam in û “cenazeyê jinê jî ji bo Pizîşkiya Dadê hatiye şandin.”
Malbateke 3 kesî li Geliyê #Elî_Beg xeniqî. Cenazeyê dayikê hat dîtin, zarok û bav winda ne.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 15, 2021
Li gor zanyariyan ew malbat xelkê #Şingal`ê ye. pic.twitter.com/DiizfaTVhL
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse