Hêzên Rûsyayê bêyî Tirkiyê gereke çavdêriyê li Kobanî encam dan

Hewlêr (Rûdaw) - Beyî amadebûna Tirkiyê, polîsên serbazî yên Rûsyayê gereke çavdêriyê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê encam dan.

Li gorî zanyariyên ku ji Kobanî hatine bidestxistin, biryar bû îro hêzên Tirkiyê û polîsên serbazî yên Rûsyayê gereke çavdêriyê li gundewarên Kobanî encam bidin, lê ji ber hilbijartinên Tirkiyê, hêzên wî welatî beşdar nebûn, tenê Rûsyayê ew gera çavdêriyê encam da.

Gera polîsên serbazî yên Rûsyayê ji 4 zirîpoşan pêk hatibû, li gundên Kosik, Elîşar, Com Elî, Kurtik û heta gundê Qeremûx geriyan û piştre vegeriyan navenda xwe ya li bajarokê Sirîn ê başûrê Kobanî.

Roja 8ê Gulanê jî hêzên Tirkiyê û polîsên serbazî yên Rûsyayê 137emîn gera hevbeş li Kobanî encam dabû.