Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê wekî hêlîna bihevrejiyanê bimîne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski re civiya.
Balyozê nû yê Vatîkanê pesnê rola Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ya di parastina Xiristiyanan û bipêşxistina çanda bihevrejiyanê de da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro bi Miroslaw Wachowski re hevdîtinek kiriye.
Barzanî ji ber destbikarkirina wî ya wekî Balyozê nû yê Vatîkanê yê Îraqê ew pîroz kiriye û jê re serkeftin xwestiye.
Nêçîrvan Barzanî her wiha piştgiriya tam a Herêma Kurdistanê ya ji bo serkeftina erkê wî nîşan daye.
"Hêlîna bihevrejiyanê"
Miroslaw Wachowski îlona par ji aliyê Papa Leoyê Vatîkanê ve wekî balyozê nû hatibû destnîşankirin.
Wachowski di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya ji ber erkê xwe yê li Îraqê aniye zimên û pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê ya di parastina Xiristiyanan û bipêşxistina çanda bihevrejiyan, lêborîn û hevqebûlkirinê de daye.
Wachowski diyar kir ku Vatîkan bi giringî li aramî û bipêşketina Herêma Kurdistanê dinêre.
Serok Nêçîrvan Barzanî jî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê wekî “hêlîna bihevrejiyana aştiyane ya dîn û pêkhateyên cuda” bimîne.
Rewşa Îraqê û pêwendiyên bi Vatîkanê re
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî ya Îraqê û herêmê û giringiya bipêşxistina têkiliyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Vatîkanê, bîr û rayên xwe anîne zimên.