Arzû bi pêşangehekê tê bibîranîn

15-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Koln (Rûdaw) - Li avahiya şaredariya bajarê Almanya Detmoldê pêşangeha bi navê “Kiryara Namûsê“ ji bo bîranîna keça kurd Arzû Ozmen hat vekirin. Arzû Ozmena 18 salî di Mijdara 2011ê de bibû qurbaniya “dozeke namûsê”. 

Pêşangeh wê heta 14ê Pûşperê dewam bike û dûre jî wê li bajarê Lemgo were nîşandan. Naveroka pêşangehê tundûtûjiya navmalbatî ye. Vekirina pêşangehê bi axaftina nivîskara alman ya esil-kurd Sonja Fatma Blaeser destpêkir. Blaesar bi pirtûka xwe ya bîyografîk ya bi navê “Jiyana min a di navbera du cîhanan de“ tê nasîn. Di pirtûka xwe de ew balê dikişîne ser “dozên namûsê“ û zewaca bi darê zorê. Sonja Fatma Blaeser di Sibata îsal de hêjayî xelata “Rûmetê ya Almanyayê“ hatibû dîtin. 

Pêşangeha “Kiryara Namûsê“ ji aliyê saziya jinan “Terre des Femmes“ tê organîzekirin. Di pêşangehê de bi wêne û nivîsan sedemên li pişt kuştina jinan û daxwazên wan ên guherîna civakê yên di vê bareyê de hatine nîşandan. 

Arzû Ozmena ku pêşangeh bi navê wê hatiye vekirin, ji bajarê Midyadê yê Bakurê Kurdistanê bû. Ji ber ku malbata wê li dijî hevaltiya wê ya bi ciwanekî alman re bû, wê xwe spartibû maleke parastina jinan. Dûre jî ew ji hêla malbata xwe ve hatibû revandin û mirî hatibû dîtin. Di 16ê Gulana 2012ê dadgeha Detmoldê li birayê Arzûyê, Osman Ozmen ji ber kuştina wê cezayê heta hetayê lê birî. Herwiha hinek endamên din ên malbatê jî ji ber dîlgirtin û piştgiriya kuştina wê bi gellek salan hatin cezakirin. Dadwer Michael Reineke di sedema biryara xwe de jî wiha axifîbû: “Bûyera Arzûyê ne şerê navxweyî yê malbatê ye. Ew qurbaniyeke “doza namûsê“ ye û ne tiştekî din.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst