Hewlêr: Heciyên Rojavayê Kurdistanê sibe dê berê xwe bidine Siûdiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Heciyên Rojavayê Kurdistanê sibe ji Hewlêr a Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdiyê ve birê dikevin.

326 heciyên ji Rojavayê Kurdistanê sibe roja Înê 16ê Hezîrana 2023an ji Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ber bi Erebidtana Siûdiyê birê dikevin.

Serokê Grûpa Ritac El-Kabe lilHec û El-Umre Hacî EbdulÎlah Keleş ku ji Rûdawê re ragihand, wê sibê roja Înê 16ê Hezîrana 2023an, 326 Haciyên Rojavayê Kurdistanê di demjimêr 07:00an de li Mizgefta Sewwaf kom bibin û piştre ber bi Firokexaneya Hewlêrê ve biçin û di demjimêr 11:00an de ber bi Erebistana Siûdiyê ve birê bikevin.

Li gor Hacî Keleş, piştre wê roja Yekşemê 18ê Hezîranê 167 heciyên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê dikevin rê ber bi Erebistana Siûdiyê ve birêve bikevin.

Li gor heman çavkaniyê, hejmara heciyên Rojavayê Kurdistanê bi temamî yên îsal ku wê hecê bikin gihiştiye 664 heciyan.