Li Rihayê bûyera trafîkê: 7 mamoste birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirek û mînîbusa mamosteyan li hev ketin û di encam de 7 mamoste birîndar bûn.

Li ser rêya Riha-Mêrdînê li çarrêya nehiyeya Meceranê barhilgirek û mînîbusa mamosteyan li hev ketin.

Di bûyerê de 7 mamoste birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Mamosteyên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê hatin veguhestin. Hatiye ragihandin ku rewşa tendirustî ya mamosteyan baş e.