Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Îraq û Herêma Kurdistanê, ji bo vegera welatiyên ku ji ber girtina qada asmanî li derveyî welat asê mabûn, derbarê vîzeya transîtê de bi Tirkiyeyê re gihiştin rêkeftinê.
Rêwî dikarin bi rêya balafirgehên Stenbolê û ji wir jî bi rêya bejayî vegerin welat.
Piştî girtina qada asmanî ya Îraqê û asêmayîna hinek welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku ji Tirkiye û Ewropayê vedigeriyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya mekanîzmayeke hevaheng de, ji bo hêsankirina vegera welatiyan hejmarek tedbîrên nû wergirtine.
Li gorî daxuyaniya hevbeş a Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Fermangeha Pêwendiyên Derve, welatiyên xwedî pasaporta Îraqê yên ku ji ber krîzê li Balafirgeha Stenbolê an jî Balafirgeha Navneteweyê ya Sabiha Gokçenê disekinin, dikarin bêyî wergirtina vîzeya pêşwext vegerin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Dema ku ew rêwiyên navborî digihîjin Tirkiyeyê, dê vîzeya transîtê ya 5 rojan ji wan re bê dayîn.
Bi saya vê vîzeyê, welatî dikarin bi rêya bejayî an jî bi geştên navxweyî yên Tirkiyeyê bigihîjin xalên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê û bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl vegerin welat.”
Ji bo rêwiyên xwedî vîzeya Şengenê jî hêsankarî hat kirin
Rêwiyên ku dixwazin ji Ewropayê vegerin û xwedî vîzeya Şengenê ya derbasdar in, dikarin ji bo vîzeya Tirkiyeyê bi awayekî online serlêdanê bikin an jî wekî ku berê hatibû ragihandin, dikarin bê vîze derbasî Tirkiyeyê bibin û li balafirgehê vîzeya xwe wergirin.
Ji bo pêwendiyê hejmarên WhatsAppê hatin belavkirin
Yekîneya Hevahengiyê bangî welatiyên ku li her balafirgeheke herêmê asê mane kir ku ji bo agahdarkirina li ser rewşa xwe, bi rêya van hejmarên WhatsAppê yên jêrîn bi navenda hevahengiya krîzê re bikevin pêwendiyê:
07508035680
07508035681
Her wiha hate diyarkirin ku tîmên Wezareta Karên Navxwe û Fermangeha Pêwendiyên Derve li deriyên sînorî yên Îbrahîm Xelîl û Hacî Omeran amadekariyên xwe bi dawî kirine û amade ne alîkariya wan rêwiyên ku dê bi rêya bejayî vegerin bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse