Rondikên dayika şehîd nasekinin

Duhok (Rûdaw)- Di şerê li dijî DAIŞê de gellek Pêşmerge şehîd dane û piraniya wan şehîdan xwediyên zarokan in.

Rondikên dayika Şehîd Sebrî yê ku beriya 2 mehan di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye, nasekinin, ji ber ku birîna wê hêj kul e.

Tenê wêneyê şehîd maye ku ew dayik û hevjîn û zarokên wî hedara xwe pê bînin.

Ew malbat ev 25 sal e ku di nava cihekî hikûmî yê kevin de dijîn. Hevîjîna wî dibêje, zilamê min gellek feqîrî, hejarî û nexweşî dît. Birayê şehîd jî dibêje, birayê min di ber welat de şehîd ket. Herwiha kurê şehîd Sebrî jî dibêje em bi şehîdbûna bavê xwe serbilind in.

Ji bo alîkariya malbatên pêşmergeyan, Rûdawê dest bi belavkirina alîkariyên ku bi rêya kampanya Renca Şehîdan hatine komkirin, bi ser malbatên şehîdan kiriye û ew malbat jî wê kampanyayê bi gaveke girîng ji bo xizmetkirina wan didin zanîn.