Malbatên şehîdan çîrokên dijwar bi xwe re anîbûn

15-07-2015
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Hewlêr
Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Warsên pêşmergeyên şehîd ên şerê DAIŞê ku piraniya wan jin bûn, bi xemla reş di roja dabeşkirina alîkariyên kampanyaya Renca Şehîdan de kom bûn.

Piştî Silêmanî û Helebce, şeva borî li hotêla Divan a Hewlêrê, alîkariyên kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê bi ser komek malbatên şehîdên şerê DAIŞê de hat belavkirin.

Di vê kombûnê de xwediyê porê reş û xwediyê gustîlkên bukîniyê yên nû hebûn.

Jibilî vê holê, gotina şehîdên serbilind û rijdbûna parastina xak û rûmetê, ew civandin.

Di nava wan malbatên şehîdan de, malbatên pêşmergeyên kevin jî hebûn, ku beriya niha beşdarî şoreşên kurdî li dijî rêjîma Iraqê bibûn û di şerê DAIŞê de rijdbûn rêya pêşmergetiyê temam bikin.

Beşek ji van malbatan zêdetirî şehîdekî dane, vî kesî 2 şehîd dane, birayek û kurek wî di rojekê de şehîd bûne.

Ev malbatên amade çîrokên pir dijwan bi xwe re anîne. Malbatek dibêje, roja ku bavê me şehîd bû, roja piştre xwedê piştî 3 keçan, keçek din da wan. Keça şehîd a mezin dibêje, ne bavê min keça xwe dît û ne jî xuşka min bavê xwe dît.


Piştî gotara Ako Mihemed, belavkirina alîkariyan dest pê kir. Her malbateke şehîdan 13 hezar dolar pere wergirt, hinek malbat jî jibilî pere, xanî û kursiyên xwendinê wergirtin.

 

Şeva 13ê Tîrmehê jî li bajarê Silêmaniyê, alîkariyên kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê bi ser malbatên şehîdên Helebce û Silêmaniyê de hatibû belavkirin.

 

Li Kerkûk û Dihokê jî dê bi heman awayî alîkarî bi ser malbatên şehîdan de bê belavkirin.

 

Di encama kampanyaya Renca Şehîdan a Rûdawê de ku ji 25ê Nîsana îsal heta 5ê Gulanê dom kir, 17 milyon û 197 hezar û 950 dolar, 71 xanî û 350 kursiyên xwendinê hatibû komkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst