Serok Barzanî û Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî îro li ofîsa xwe li bajarokê Selaheddînê yê ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li Luis Sako, Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê kir. Di civînê de, Luis Sako ragihand, wî ji bo hewlên serok Barzanî yên ji bo parastina mafên pêkhateyan û xurtkirina kultura pêkvejiyanê pêzanîn hene.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, îro pêncşemî15ê Tîrmeha 2021an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Kardînal Luis Sako Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê û şandeke pê re kir.
Di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî û Kardînal Luis Sako di derbarê “rewşa siyasî ya Iraqê û gefên emnî û siyasî yên li ber proseya siyasî ya Iraqê û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê” de gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya, Baregeha Barzanî, di vê civînê de “Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê pêzanînên xwe ji bo hewlên Serok Barzanî, ji bo parastina pêkhateyan û kûrtirkirina kultura pêkvejiyan û tebayî di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistan û Iraqê de nîşan da.”
Herwiha herdu aliyan di vê civînê de tekezî li ser xweşkirina wan bingehan kirin ku dibine sedem ku Krîstiyan û pêkhateyên din bêne handan ku vegerin cih û warên xwe û hizr û bîra bi cîhiştina welatê xwe nekin.