Riha - Şofêrê ku wesayîta wî ket kanala avê wenda bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, şofêrê ku wesayîta wî ket kanala avê wenda bû.

Wesayîta bazirganî ya sivik a ku Nevaf Cantekîn ê 60 diajot, li nêzî gundê Sergen ê Wêranşarê ket kanala avdaniyê.

Li ser agahdarkirina qezayê tîmên cendirme, tendirustî û agirkujiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên rizgarkirinê ji bo Nevaf Cantekîn ê ku di avê de winda bû bibînin, di kanalê de dest bi lêgerînê kirin.