Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê bertekeke tund nîşanî êrişên bi dronan da ku ev du roj in li Herêma Kurdistanê qadên petrolê kirine armanc.

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku êrişên hatine kirin gefê li serwerî û ewlehiya navxwe ya welat dixwin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Em bi tundî wan êrişên bi dronan ên li ser deverên cuda yên Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Di vê çarçoveyê de duh û îro qadên petrolê yên li deverên Xurmele û Sersingê hatine armanckirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê bangî hikûmeta federal a Îraqê kir ku ji bo rêgirtina li êrişan, dîtina êrişkaran û cezakirinan, bi lezgînî gavên bibandor biavêje.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Ev êriş serwerî û aramiya welat, û herwiha hilberînên navxwe û biyanî dixin metirsiyê.”

Duh û îro li parêzgehên Dihok û Hewlêrê yên Herêma Kurdistanê, bi dronan êrişî qadên petrolê yên Sersing û Xurmele hatibû kirin.