Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke ji arkeologên Kurd û Amerîkayî, di kolanên li "Girê Metrab"ê ya li Deşta Şemamikê ya nêzîkî Hewlêrê de, gelek berhemên ku dîroka wan vedigere derdora zêdetir 6 hezar sal berê, dîtin.
Kolanên ku ji aliyê Rêveberiya Şûnwar û Keleporê ya Hewlêrê û Zanîngeha Bryn Mawr a Amerîkayê ve bi hevparî tên birêvebirin, nîşan didin ku civakên gundan ên Mezopotamyayê di du serdemên dîrokî yên girîng de jiyane: Serdema Kalkolîtîka Dereng û Serdema Helenîstî.
Projeya kolanan sala 2022yan dest pê kir. Ev çar serdem in kolanên arkeolojîk li Girê Metrab berdewam dikin.
Nûnerê Rêveberiya Şûnwar û Keleporê ya Hewlêrê Elî Banî Şarî diyar kir ku Girê Metrabê şûnwareke girîng a arkeolojîk e û li ser nexşeya arkeolojîk a Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye qeydkirin.
Koşkeke mezin hat dîtin
Di kolanan de, bermayiyên mîmarî yên girîng hatine keşifkirin ku şeş ode û yek ji wan metbex e, herwiha avahiyeke mîmarî jî hatiye dîtin ku tê texmînkirin koşkeke mezin be.
Rêveberê Projeyê Profesor Rocco Palermo diyar kir ku tîma wî li ser du qonaxên sereke lêkolîn kiriye: Serdema Kalkolîtîka Dereng û qonaxa Helenîstî.
Rocco Palermo got, “Em dixwazin zanibin ku civakên gundên biçûk çawa li hemberî guherînên mezin ên wekî bilindbûna şaristanî û împaratoriyan tevgeriyane.”
Bi sedan berhemên dîrokî hatin dîtin
Li gorî Palermo, di kolanan de bi sedan berhemên dîrokî yên bêkêmasî yên wekî vazo û amûrên rojane hatine dîtin ku li cihê xwe hatine hiştin û ev yek wêneyekî kêmpeyda û zelal ê wê serdemê nîşan dide.
Tîm her wiha ji bo diyarkirina cihên girîng ên binerdî di kolanên paşerojê de teknolojiya modern bi kar tîne, di nav de lêkolîneke jeofîzîkî ya berfireh jî heye.
Tîma kolanan dê xebatên xwe bidomîne.
Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw