Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiyê ya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li Tebqa û Şedadê êrişî xalên hêzên asayîşê hatin kirin, di encamê de 5 endamên asayîşê canê xwe ji dest da.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiyê ya Navxwe ya Rojavayê Kurdistanê li ser êrişên komên çekdar ên li dijî xalên ewlehiyê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê doh komeke çekdar li bajarê Tebqayê êrişî du xalên asayîşê kir û di encamê de 5 endamên asayîşê birîndar bûn.
Her wiha li bajarê Şedadê jî li dijî xaleke ewlehiyê ya hêzên asayîşê êrişek kirin û di encamê de 5 endamên asayîşê canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Kiryarên bi vî rengî yên li dijî hêzên me hewldaneke ji bo têkbirina aramiyê û belavkirina tevliheviyê ye.
Ev kiryar dê me ji erka me ya parastina civaka me û ewlehiya wê dûr nexe.
Em dê ji bo têkbirina hemû projeyên dijminane yên bi armanca derxistina tevliheviya li gelemperiya Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî hemû hewldanan bikin.
Hêzên me ji bo eşkerakirina nasnameya koma êrişkar û alîgirên wê lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse