UNICEF: Li kampa Newroz jiyana 500 zarokî di metirsiyê de ye

15-08-2014
RÛDAW
Nîşan UNICEF. Kamp. Newroz Rojava Şingal Koçber
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- berpirsê rêxistinê di Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Elî Îskan ragihand ku li kampa Newroz a koçberên Şingalê li Rojavayê Kurdistanê, pêwîstiya 500 zarokî bi şîr heye.

Elî Îskan taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir ku, li kampa Newroz a li Rojavayê Kurdistanê, ku koçberên Çiyayê Şingalê tê de dimînin, rewşa 500 zarokî xirabe û pêwîstiya wan bi şîr heye.

Îskan da zanîn jî ku, tevî nebûna şîr, pêwîstiya wan zarokan bi derman û alîkariya pizîşkî heye.

Herwiha hişiyarî ji wê yekê da ku, eger bi awayek bilez şîr negihe her 500 zarokên li kampê, dê jiyana wan têkeve metirsiyê de.

Wî berpirsê UNICEF aşkere kir jî ku, li kampa Newroz nêzîk 12 hezar koçberên Şingalê dijîn û kêmbûnek berçav di hemû pêdiviyên wan de hene.

Kampa Newroz dikeve bakurê bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst