Davûtoglu: Eger em Ocalan jî berdin PKK wî guhdar nake!

 

Hewlêr (Rûdaw) –Serokwezîrê Tirkiyê Ahemt Davûtoglu li ser berdana Ocalan gotiye, eger em Ocalan berdan jî PKK wî guhdar nake! Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz li ser hinartina serbixwe ya petrolê ji aliyê Hewlêrê ve gotiye, jixwe Kurdistan niha bi serê xwe neftê difroşe. Ti kêşeyek me li ser vê yekê tine.

Duh şandeke rojnamevanên Başûrê Kurdistanê bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu re hevdîtin kiribûn.

Li ser naveroka wê hevdîtinê, rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî got, di wê hevdîtinê de rojnamevan Arif Qurbanî behsa berdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir. Davûtoglu di bersiva wî de got, eger em Ocalan berdin jî ma PKK wî guhdar dike?!

Hêmin Lihonî her wiha da zanîn ku ew bi Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz re jî rûniştine û Yildiz ji wan re gotiye, Herêma Kurdistanê niha rojane derdora 600 hezar bermîl petrol dişîne bendera Ceyhanê.

Lihonî got, me ji Yildiz pirs kir ku eger Herêma Kurdistanê bi serê xwe petrolê bifroşe helwesta Tirkiyê dê çi be, wî jî got, jixwe Herêma Kurdistanê niha bi serê xwe petrolê difroşe lê ya baş ew e ku Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe çareser bikin…