YE alîkariya darayî dide 116 xwendekarên Rojava û Sûriyê
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê dê xwandina 116 xwendekarên koçber û penaber ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê fînanse bike û alîkariyên darayî pêşkêşî wan bike.
Rêveberiya Ragihandina Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku Yekîtiya Ewropayê gujmeyeke baş a pereyan weke alîkarî ji bo xwendina xwendekarên penaberên Sûriyê ku li zanîngehên Kurdistanê dixwînin, veqetandiye.
Li gorî vê çavkaniyê, ev alîkarî di çaçoveya programa Yekîtiya Ewropayê ya bi navê DAFI de tê pêşkêşkirin.
Li gorî Wezareta Xwandina Bilind a Herêma Kurdistanê, di qonaxa yekem de 116 xwendekar li 7 zanîngehên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin