Konsula Amerîkayê serdana Amedê kir
Navenda Nûçeyan – Konsula Amerîkayê ya li Edenê Linda Stuart Specht serdana Amedê kir.
Linda Stuart Specht li Amedê li gel nûnerên saziyên sivîl hevdîtin pêk anî û serdana Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Tirkiyê kir.
Konsulê Amerîkayê Specht li cemiyetê li gel rojnamevanan gotûbêj kir û di axavtina xwe de bal kişande ser wê yekê ku herî dawî di meha Sibatê de hatibû Amedê û got:
“Ji bo ku em dînamîkên herêmê ji aliyê nêrînên cuda ve bi awayekî baş fêm bikin, em ber bi Amed, Mêrdîn û Midyadê geştekê pêk tînin. Weke ku me di geşta xwe ya berê de jî kiribû, ji bo ku em pêşhatên li ser başûrê rojhilatê Tirkiyê bi tevahî fêm bikin, emê li gel sazî û kesayetên cûr bi cûr hevdîtinan pêk bînin.”
Linda Stuart Specht wiha dirêjî da axavtina xwe:
“Li Mêrdînê li ser xebatên nifûsa koçberên li herêmê, ji bo ku em zanyariyan werbigrin, li gel saziyên ku alîkariya koçberan dikin, emê hevdîtinan pêk bînin. Ji bo fêmkirina nêrînên li ser pêşhatên siyasî, emê li gel nûnerên partiyên siyasî jî biaxivin.
Me ji rayedarên hikûmetê jî daxwaz kir, ku em civînek saz bikin, lê cardin daxwaza me ya civînê red kirin. Ji ber ku em nikarin li gel rayedaran, li ser rewşa aloz a başûrê rojhilatê Tirkiyê ku Amed jî têde ye, biaxivin ez xeyalşikestî dibim.”