Silêmanî (Rûdaw) – Piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017ê ku hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi bikaranîna hêzê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bicih bûn, 47 porstên îdarî û ewlehiyê li wan navçeyan ji Kurdan hatine standin û dane Ereb û Tirkmenan.
Qayimmeqamê ji kar dûrxistî yê navçeya Daqûq a Kerkûkê ji parêzerên xwe zanyariyên xweş werdigre û li benda wê ye, dosyeya ku li dijî wî li Bexdayê hatine vekirin, di berjewendiya wî de bi dawî were, lê belê eger dosya di berjewendiya wî de jî bi dawî bibe, ew nikare vegere ser karê xwe, ji ber ku ji aliyê desthilata ser bi Bexdayê ve ji posta qayimmeqamiya Daqûqê hatiye dûrxistin.
Berpirsên Kurd li navçeyên arîşedar, ji postên îdarî û ewlehiyê tên dûrxistin û li cihê wan kesên Ereb û Tirkmen tên danîn. Serokê Encûmena Navçeya Xaneqînê jî dibêje: “Niha xelk dixwazin pêşmerge vegere û vegera pêşmerge ji postan giringtir dibînin.”
Di 16ê Cotmeha 2017 de artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi bikaranîna hêz vegeriyan Kerkûk, Gulale (Celewla), Xaneqîn, Mexmûr û Şingalê, ku di destûra Iraqê de weke navçeyên arîşedar hatine binavkirin, lê belê di gotara siyasî ya Kurd de weke navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne. Hikûmeta Iraqê piştî bicihkirina hêzên xwe li wan deveran, her zû dest bi guhertina berpirsên Kurd kir û yekemîn post jî ku ji Kurdan stand, posta parêzgariya Kerkûkê bû, heta niha jî nêzîkî 50 berpirsên Kurd ji postên xwe hatine dûrxistin.
Ji ber nemana pêşmerge jiyan li xelkê Xaneqînê tal bûye
Serokê Encûmena Navçeya Xaneqînê, Semîr Mihemed behsa rewşa gundnişînên Xaneqînê û Diyale ji ber gef û êrişên DAIŞê û grûpên nenaskirî dike û dibêje: “Ew post di fikra xelkê de nemane ku pêştir di destê Kurdan de bûn, çimku jiyan li wan tal bûye, ji ber pêşmerge li deverê nemaye.”
Rêveberên nahiyeya Qeretepe, Celewla û Mendeliyê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ji postên xwe hatine dûrxistin, lê belê li Xaneqînê ji ber ku piraniya nîştecihên wê Kurdên Şîe ne, berteka hikûmeta Iraqê li wê derê gelek tund nebû.
Mexmûr weke xwe ye
Qayimmeqamê Navçeya Mexmûrê red dike, ku ti posteke îdarî li vê navçeyê ji Kurdan hatibin standin û piştî 16ê Cotmehê guhertin di postan de çêbibin. Rizgar Îsmaîl dibêje, hemû berpirsên îdarî li cihê xwe dewam dikin û ti kes nehatiye dûrxistin.
Rizgar Îsmaîl piştî vekirina rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê di wê baweriyê de ye, ku derfetek baş çêbûye daku rewş asayî bibe û dibêje, rewş negihîştiyê wê yekê ku ti berpirsên Kurd li Mexmûrê ji postên wan bihêne dûrxistin.
Du hikûmet li Şingalê
Bûyerên 16ê Cotmehê her di demeke gelek zû de bandor li Şingalê û nahiyeyên Sinûnê û Gir Uzêr kir, lê çîroka wan deveran li ya Kerkûk û Xaneqînê ciyawaz e. Heşda Şeibî sê berpirsên îdarî bo her sê cihan, Şingal, Sinûnê û Gir Uzêr destnîşan kirine û encûmena parêzgeh û parêzgarê Mûsilê jî tenê serederiyê li gel wan her sê berpirsan dikin, ku hatine dûrxistin û berpirsên ku Heşda Şeibî diyar kirine, bi fermî nas nakin.
Qayimmeqamê Şingalê, Mehma Xelîl dibêje, ew li gel her du rêveberên xwe ne, ku berpirsên rewa yên wan deveran in û encûmena parêzgeha Neynewa (Mûsil) û parêzgarê Neynewayê jî tenê serederiyê li gel wan dikin û ewên ku cihên wan hatine danîn, ji aliyê encûmena parêzgehê û parêzgar ve bi nerewa, neyasayî û sepandî tên hesibandin û kar bi nivîsên wan nayê kirin.
Ew her sê kesên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve weke qayimmeqa û rêveberiyên nahiyeyan hatine diyarkirin, ji Kurdên Êzidî ne û ser bi Heşda Şeibî ve ne, lewma tê pêşbînîkirin, her dema ku Heşda Şeibî ji navçeyê vekişe, ew jî di wan postan de nemînin.
Mehma Xelîl li benda rêkevtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye, daku hêzên pêşmerge vegere navçeyê û ew jî dest bi karê xwe bikin. Mehma Xelîl dibêje: “Em rojane dewama xwe dikin, meha bihorî jî 33 endamên encûmena parêzgehê daxwaz kirin, ku parêzgar biryarekê derxîne, daku em vegerin ser cihê xwe.”
Armanc Kerkûk e
Li gorî fermaneke nihênî ya îdarî ya bi hejmara (17240), beşa veguhastinê li Rêveberiya Îdareya Efserên Wezareta Navxwe ya Iraqê di roja 18-02-2018 de biryara encamdana guhertinan di postên Kerkûkê de daye. Nivîs îmzeya Birîkarê Wezareta Navxw eya Iraql, Dr. Eqîl Mehmûd Xezelî li ser e û herçiqas ku biryar dane, her du berpirsên Kurd, Emîd Xetab weke Rêveberê Polîsê Kerkûkê û Eqîd Efrasiyaw Omer weke Berdevkê Polîs li cihê xwe bimînin, lê belê hejmara efserên Kurd ji kar tên dûrxistin.
Berî bûyerên 16ê Cotmehê piraniya postên îdarî û ewlehiyêyên Kerkûkê did estê Kurdan de bûn, lê piştî wan bûyeran Kurd piraniya postên xwe ji dest dane, ku posta herî giring jî parêzgariya Kerkûkê ye.
Endamekî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê rêkarên berpirsên Iraqî bo dûrxistin û guhertina berpirsên Kurd ên Kerkûkê, bi heman wan rêkaran dişubhîne, ku rejîma Beis bi kar dihanî û dibêje, yasyaên Beisê vegeriyane Kerkûkê.
Ehmed Eskerî ji Rûdawê re got: “Ti nirxeke destûr û yasayan li Kerkûkê nemaye, her tişta ku bixwazin dikin, çimku dema ku dibînin berpirsekî PDKê yan YNKê navegere ser karê xwe, dibêjin nabe ku ew cih vala be û didin kesên Ereb an Tirkmen. Hin kes jî hene ku dewamê dikin, lê her wan ji kar dûr dixin.”
Diyartirîn ew postên ku li Kerkûkê ji kurdan hatine standin, posta parêzgar, 3 qayimmeqamî, 2 rêveberên nahiyeyê û rêveberên çanidniyê, av, tenirustî, forma xurakê, polsîê hawarçûnê, polîsê qeza û nahiyeyan, rêveberiya nehîştina madeyên hişber, tevî çend rêveberî û binke û beşên din. Bi giştî 40 rêveber û berpirsên Kurd ji postên wan hatine dûrxistin.
Ehmed Eskerî herwiha dibêje, tenê berpirsên PDKê nînin ku navegerine ser karê xwe, berpirsê YNKê jî hene ku navegerin. Bi gotina Eskerî, Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê, kesekî YNKyî ye, lê nevegeriyaye ser karê xwe û li cihê wî kesekî Ereb hatiye danîn.
Qayimmeqamê Navçeya Daqûqê, Emîr Xuwakerem jî ku ji posta xwe hatiye dûrxistin, ji Rûdawê re dibêje, bi “tohmeta bilindkirina Ala Kurdistanê û beşdariya di referandumê de”, ew ji posta xwe hatiye dûrxistin, lê wî du parêzer ji xwe re destnîşan kirine.
Emîr Xuwakerem dibêje: “Ez li benda biryara dadgehê me, renge nûçeya xwe di rê de be, çimku derket ku hildana Ala Kurdistanê û referandum li gorî Dadgeha Federalî, tawan nîne.”
Li sînorê parêzgeha Selahedînê jî tenê posta Qayimmeqamiya Xumatûyê did estê Kurdan de bû, lê belê heşda Şeibî ew post jî ji Kurdan standinû kesekî Tirkmen li cihî wî danîn. Emîr Xuwakerem herwiha dibêje, mijara dûrxistina Şelal Ebdul li Xurmatû yekalî bûye, lê ew hêj jî dikarin ku ebatê bo vegerandina wî bikin.
Qayimmeqamê dûrxistî yê Daqûqê ku bi piraniya berpirsên Kurd ên dûrxistî re axiviye, destnîşan dike, ku bêyî rêkevtina Hewlêr û Bexdayê eger daxwazî jî li wan bikin, ew venagerin ser postên xwe. Bi gotina Emîr Xuwakerem, bêyî pêşmerge ne tiştekî dikarin bikin û ne jî kes guh dide wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse