Komeleya Şêx Seîd giliyê Umît Ozdag dike

15-08-2022
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Komeleya Şêx Seîd Hevalên Wî Kasim Firat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, Kasim Firat ragihand ku ew dê li dijî Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku sivikatî bi Şêx Seîd kiribû, gilî tomar bikin. 

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag duh li ser hesabê xwe yê Twiterê heqaret li rêberê kurd Şêx Seîd kiribû.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, Kasim Firat ku bi xwe jî nêviyê Şêx Seîd e, ji Rûdawê re ragihand ku ew dê giliyê Umît Ozdag bikin.

Kasım Firat da zanîn ku wan bi rêveber û parêzerên komeleyê re, li ser vê rewşê axivîne û dê sibê ligel Baroya Amedê li dijî Ozdag giliyên xwe tomar bikin.

Firat bertek nîşanî Ozdag da û wiha got: "Em nizanin çima wiha diaxive. Mêş biçûk e, lê mehdê mirov li hev dixe. Lê em dê li ser rêya xwe berdewam bin."

Li ser hesabê xwe yê twitterê jî Firat bi rengî nerazîbûna xwe nîşan da “Behr bi devê kûçikan naherime. Kesên ku zimandirêjiyê û heqaretê li Şêx Seîd Efendî dikin, divê bizanibin em qet ji zalimên zordar û hevkarên wan netirsiyan, serî netewand. Şêx Seîd Efendî rûmeta gelê Kurd û bawermendan e. Ez bawer im ku ew ê bersiva pêwîst bidin faşîstên dijûnker.”

Çi bibû?

Parvekirin Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku tê de heqaretê li Şêx Seîd kir, rastî bertekeke mezin hat. Di bersiva parêzer Sitki Zîlan ê ku li ser medyaya civakî li ser posta Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag şîrove kir, Ozdag heqaretê li Şêx Seîd kir.

Ozdag nexşeya bajarên Tirkiyeyê yên ku Sûriyeyî lê dijîn li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û got “Eger hûn van 2 nexşeyan bi baldarî lêkolîn bikin, hûnê bibînin ku Tirkiye bûye Filistîn. Filistîniyan bi gotina 'tiştek nabe' erdê xwe firotibûn. Li Tirkiyê heman pêvajo dijî. Partiya Zafer partiya ku li dijî filistînîbûna Tirkiyê li ber xwe dide. Dê serkeftin bibe ya Gelê Tirk.”

Li ser vê parvekirina Ozdag parêzer Sitki Zîlan jî bi vî rengî şîrove kir “Cihû li Filistînê xwedî maf bûn. Pêxember Mûsa bi fermana Xweda zarokên Îsraîlî ji Misrê wergirt bir Filistînê, beriya wê Pêxember Îbrahîm li wir bicih bûbû. Kurd û Ereb jî li Tirkiyê xwedî maf in, li cihê beredayî xwe ne westîne; yan li cihê xwe bêdeng rûnê, yan here Japonyayê!. Bila rojhilatê Feratê ji me Kurdan re be, rojavayê wê jî bibe sê par; Tirk, Ereb û Kurd bi hev re bijîn. Me wê roje biryar da; Em wek kurd bi firehiya 100 km erd li ser xeta Diyarbekir-Edeneyê bistînin, divê em xwe bigihînin deryayê. Jixwe ji niha ve Mêrsîn ne bajarê Kurd û Ereban e?”

Li ser şîroveya Sitki Zîlan heqaretê li Şêx Seîd kir û got “Kalê min ê rehmetî Lîwa Mikaîl, kûçikê Şêx Seîd ê ku vê digot bir Amedê. Ocalan ê ku herî dawî got, li Îmraliyê diçêre.”

Ji siyasetmedaran heta rojnamegeran gelek bikarhênerên Twitterê yên kurd bertek nîşanî Ozdag ê ku heqaret li nirxên Kurdan dike, dan û xwestin ku hesabê wî bê ragihandin û der barê wî de serlêdana sûcê bê kirin. Bikarhêneran li ser medya civakî hashtagên #SeyhSaidonurumuzdur (#şêxseîdrûmetameye), #şeyhsaidhalktır (#şêxseîdgele) vekirin û wêneyên Şêx Seîd parvekirin.

Komeleya Şêx Seîd li ser hesabê xwe yê twitter bi awayekî tund bertek nîşanî Ozdag da û tê de ragihand “Kesê ku daxuyand ku ew kurê koçberê bervale Mikaîl û Mûzeferê darbekar e ku zimandirêjiyê li Şêx Seîd Efendî kiriye, Şêx Seîd rûmeta gelekî ye. Em wî navî di devê te yê bi gilêz de nadin çûtin, hoşt wir de here bervale Umît Ozdag.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst